Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 18 APR 2024 09:23 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mîrê êzîdiyan hişyarî da..Divê PKKê ji Şingalê derkeve
| KDP.info


Şingal-KDP.info- Mîrê êzîdiyan ragihand, em daxwaz ji hêzên PKKê dikin hest bi berpirsyaretiyê bikin û beriya ku rewş aloz bibe ji Şingalê derkevin, da ku hikûmt karê xwe bike bo vegerandina xelkê navçeyê.

Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê bi wekalet ji malpera KDP.info re ragihand: “Em spasiya hemû hêzekê dikin ku tenê rojekê jî alîkariya Şingalê kiribe, lê jibilî Hêzên Pêşmerge ku Serok Barzanî serperiştiya wan dike, ti hêzeke din di operasyona rizgarkirina Şingalê de beşdar nebûne.”

Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê bi wekalet wiha got: “Em daxwaz ji hêzên PKKê dikin ku bi xweşî avahiyên hikûmî li Şingalê bala bikin, da ku hikûmet karê xwe bike û amadekariyên vegera xelkê bo Şingalê bikin, eger dernekevin dê pirsgirêk çêbibin û emê wan neçar bikin bi nexweşî ji Şingalê derkevin, lewma em naxwazin ti pirsgirêk derkevin, bila ew bi xwe hest bi berpirsyaretiyê bikin û ji Şingalê derkevin.”

Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û 7 avahiyên hikûmî yên nava bajêr kirin baregehên xwe û niha dibêjin divê Bexda ji me re bêje derkevin, lê ew kar pêwendî bi Encumena Parêzgeha Mûsilê ve heye û wê mohlet dabû wan ku ji Şingalê derkevin, lê dibêjin em dernekevin.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 
Serok Barzanî Sersala Êzdiyan pîroz kir

TUESDAY, 16 APRIL 2024 22:04:54

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Sersala Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand, “Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen ê gelê Kurdistanê ne û di xweşî, serkeftin, êş û nexweşiyan de em hemû hevpar in.”

Balyozê Fransa: Em her hevsoz û piştevanê gelê Kurdistanê ne û pêwîst e mafên Kurdistanê bêne parastin

TUESDAY, 16 APRIL 2024 21:04:51

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 16ê Nîsana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact