Qamişlo-KDP.info- Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê 3 teqîn çêbûn û hejmareke kes şehîd bûne û herwiha hejmareke kes jî birîndar bûne.
Îro Dûşema 11.11.2019 li bazara navenda bajarê Qamişlo 3 teqîn çêbûn û du ji wan bi otomobîlên bomeberkirî hatine encamdan.
Li gor agahiyên destpêkê 5 kes şehîd bûne û herwiha 26 kes birîndar bûne.
Yek ji wan teqînan li bazareke keskayî û fêkî bûye. Teqîneke din li Cadeya Elwehde bû û ya din li nêzîkî Nexweşxaneya Elselam bû.
Herwiha di encama teqînan de, jibilî ziyanên canî ku welatiyên sivîl bûne qurbanî, ziyanên mezin îên madî gihîştine mal û milkên sivîlan û herî kêm 5 otomobîl şewitîne û hejmareke dikanên li cihê teqînan jî şewîtine.