Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 19:55 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê û Cihnişînê Îmarat rewşa navçeyê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Îmaratê li gel Cihnişînê Abû Dabî, Mihemed bin Zayd civînek encam dan. Di civînê de jibilî peywendiyên dualî, pêkanîna derfetên zêdetir yên kar û weberhênanê bo kerta taybet ya Îmaratê li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de peywendiyên Hewlêr-Bexdayê, diyaloga bo çareserkirina pirsgirêkan, daxwazên herdu aliyan bo çawaniya pêşvebirina peywendiyan, derfetên kar û weberhênanê bo sektora taybet a Îmaratê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, hatin gotûbêjkirin.

Pêşhatêyen li navçeyê bi giştî, metirsiyên egera serîhildana terorê û girîngiya heamhengiya herêmî û navdewletî bo rûbirûbûnê û çend pirs û mijarên din ên xwedî girîngiyê bo herdu aliyan di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Her di wê civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel welatên cîran û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact