Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 APR 2024 00:33 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî 20 kamyon alîkarî gihand Rojavayê Kurdistanê
| KDP.info


Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî 20 kamyon alîkariyên mirovî gihand Rojavayê Kurdistanê. Serokê wê dezgehê jî daxwaz ji xêrxwaz û şirket û saziyên cîhanî û mirovî dike ku piştevaniya wan bikin ji bo gihandina alîkariyên bêtir bo koçberên Rojavayê Kurdistanê.

Piştî derketina şer û aloziyan û êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, bi sedan hezar xelkê sivîl koçber bûne, ji bo derneketina karesateke mirovî, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî biryar da ku 317 ton û 42 kîlo xwazrin û kelûpelên nava malê bi 20 kamyonan bişîne Rojavayê Kurdistanê ji wan koçberan re. Serokê wê dezgehê jî daxwaz ji xêrxwaz û şirket û saziyên cîhanî û mirovî dike ku piştevaniya wan bikin ji bo gihandina alîkariyên bêtir bo koçberên Rojavayê Kurdistanê.

Derbarê cureyê wan alîkariyên ku pêwîstiya koçberan bi wan heye, Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî Mûsa Ehmed ragihand: “Piştî dîvdeçûnê ji me re eşkere bû ku pêwîstiya wam koçberan bi alîkariya bilez heye, ew jî ji aliyê xwazrin û pêdviyên zarokan. Lewma me biryar da ku 150 ton xwarin bilez bighînin wan. Herwiha me pêdviyên nav malê jî ji wan re şand ji ber ku gelek ji wan bi serê xwe ji malê xwe reviyane, ku me gelek betanî şandin. 20 hezar betanî bûn. Herwiha me nas kir ku pêwîstiya wan koçberan bi ava vexwarinê jî heye, lewma me 90 ton ava vexwazrinê jî şand Rojava.”

Mûsa Ehmed wiha got: “Me wek Dezgeha Barzanî herwiha nas kir ku pêwîstiya zarokan jî bi şîr û pêdviyên rojane heye, lewma me jî me 2 ton û 42 kîlo şîr, ku dike 252 karton şîrê zarokan şand Rojavayê Kurdistanê. Emê berdewam bin li ser şandana şîrê zarokan ji koçberan re. Jibilî xwarin û pêdviyên rojane, me di qonaxa yekem de 2 ton û 42 kîlo sabûn û pêdviyên paqijkirinê jî şandin ji wan re. Bêguman tişta ji destê me bê emê ji wan koçberan re bikin û emê dîsa alîkariyan bighînin destê wan.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact