Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 18 NOV 2019 05:15 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî: Divê êdî xelkê bêguneh yê Rojava baca vê rewşê nedin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand, berdewambûna şer û wê rewşa metrisîdar, gefeke gelekî cidî ye ser jiyana xelkê û herwiha ewlehî û aramiya tevahiya navçeyan armanc dike.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Tevî ku di dema derbasbûyî de me gelek hewl dan ku şer û nearamî ji gelê Kurd li Sûriyê dûr bikeve û êdî êş û karesat rû nedin, lê mixabin di çend rojên derbasbûyî de navçeyên Kurdan ki bakurê Sûriyê rastî êrîş û rewşeke metirsîdar bûne.

Berdewambûna şer û wê rewşa metrisîdar, gefeke gelekî cidî ye ser jiyana xelkê û herwiha ewlehî û aramiya tevahiya navçeyan armanc dike.

Ji vir de bi pêwîstî dizanim ji xelkê xweragir ê Kurdistanê û ji partiyên siyasî re rabigihînim ku sedemên wî şerî her çi dibin bila bibin û her aliyek xemsar bûbe yan destê wê di vê rewşa tirsanek de hebûbe, niha dem ne dema muzayedeyên vala û hêrisbûnê ye. Dema wê yekê ye ku em hemû, çi ji destê me tê, ji bo nehiştina vê rewşa metirsîdar bikin, da ku şer nemîne û êdî xelkê bêguneh baca vê rewşê nedin û pêşiya guhertina demografî ya wê deverê jî bê girtin.

Mesûd Barzanî

12.10.2019.”




Nûçeyên din

Daxuyaniyek ji Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

SUNDAY, 17 NOVEMBER 2019 19:11:37

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de nûçeyeke nerast a malpereke Amerîkî red dike û radigihîne, emê riyên yasayî li hember wê nûçeya derew bikar bînin.

 
“Pêngava yekem a yekxistina hêzên Pêşmerge hatiye avêtin”

SUNDAY, 17 NOVEMBER 2019 19:11:06

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xwe serperiştiya yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike û ji bo wê yekê jî komîteyek ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge hatiye avakirin.

 
“Jihevnêzîkbûnek di navbera Kurd û Ereb û Turkmanên Kerkûkê de çêbûye”

SUNDAY, 17 NOVEMBER 2019 15:11:32

Kerkûk-KDP.info- Berpirsekî PDK li Kerkûkê dibêje, PDK û YNK kar dikin ku rewşa Kerkûkê baş bikin û parêzgarê ku Hikûmeta Iraqê li ser Kerkûkê daniye, bidin alî.

 
Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê bo aramiya Iraqê tekez dike

WEDNESDAY, 13 NOVEMBER 2019 21:11:47

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtin û civînên bi partî û aliyên siyasî yên Iraqê re li Bexdayê, tekezî li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê bo aramiya ewlehî û siyasî ya Iraqê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê bo hevkarî û hevahengiya pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkan derbirî. 

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih tekezî li ser aramî û seqamgiriya Iraqê kirin

WEDNESDAY, 13 NOVEMBER 2019 18:11:03

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokmarê Iraqê Berhem Salih li Bexdayê civiyan û di wê hevdêtinê de herdû aliyan tekez kirin li ser aramî û seqamgîriya Iraqê.



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP