Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 12:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Danûstandinên ligel hikûmeta Iraqê bi başî birêve diçin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radighîne alozbûna rewşê li Iraqê û navçeyê di berjewendiya gelên navçeyê de nîn e. 

Îro Pêncşema 3.10.2019 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Senatora Amerîkî Tami Baldiwîn û şandeke pê re civiya.  Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Feigin jî amade bû. Di civînê da pêwendiyên Herêma kurdistanê û hikûmeta fedral a Iraqê û rewşa aramiyê li deverê, liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞê hatin gotûbêjkirin. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku danûstandinên ligel hikûmeta fedral bi başî birêve diçin, û Serokwezîrê Iraqê têgihiştinek wî ya baş bo meseleyên danûstandinan heye û hêvî xwest, ku liser binemaya destûrê bigihin rêkeftinê.  Herwiha Mesrûr Barzanî destnîşanî bi rewşa aloz a li Iraqê jî kir û da zanîn ku alozbûna rewşê li Iraqê û navçeyê di berjewendiya gelên navçeyê de nîn e. Barzanî, amaje bi liv û tevgera şanên veşartî yên DAIŞê li çend navçeyên Iraqê kir, ku gefên mezin in liser şeniyên wan navçeyan û bi pêwîst jî zanî, hemahengiyeke zêdetir ji bo rûbirûbûn a wan hebe.




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact