Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got, Damezrandina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir hengavekî bi bandor bû ji bo yekxistin û pêşxistina rola mamostayên olî li şoreş û jiyana siyasî û civakiya xelkê û bi hêzkirina bingehên pêkvejiyan û xwedanasî ya li Kurdistanê.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta çil û nehemîn salvegera damezrandina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û mamostayan û hemû zanayên mezinên ola Îslamî ya Kurdistanê dikim.
Damezrandina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir hengavekî bi bandor bû ji bo yekxistin û pêşxistina rola mamostayên olî li şoreş û jiyana siyasî û civakiya xelkê û bi hêzkirina bingehên pêkvejiyan û xwedanasî ya li Kurdistanê. Mamostayên olî li hemû qonaxan da wê rola xwe gelek bi hêjayî dîtine û erk û keda wan cihê rêza hemû aliyeke.
Pêzanînên min hene ji bo helwest û rola mamostayên olî yên birêzê Kurdistanê di rûbirûbûna hizra tundî û herwiha di piştevanîkirina doza rewa ya gelê Kurdistanê de û destxweşiyê li wan dikim.
Di vê boneyê de hêviya serkeftinê ji bo hemû mamosta û zanayên mezin ên ola Îslamî ya Kurdistanê re dixwazim û xwedayê mezin pişt û penaya be ji bo me hemûyan.
Mesûd Barzanî
21.09.2019”