Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 14:31 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zengilê sala nû ya xwendinê lê da
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê destpê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistineke bajarê Duhokê amade bû û zengila sala nû ya xwendinê lê da.

Îro (21 Îlonê) sala nû ya xwendinê, 2019-2020, li seranserî Başûrê Kurdistanê dest pê dike. Bi vê helkeftê merasimek taybet li dibistaneke bajarê Duhokê hat lidarxistin. Di merasimê de ku Wezîrê Perwerdê Alan Heme Seîd jî amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî amade bû û zengila sala nû ya xwendinê lê da.

Piştî lêdana zengilê, Mesrûr Barzanî di gotarekê de pîrozbahî li xwedekaran kir û ragihand, perwerde gelekî girîng û divê xwendekar bizanin ew hêviya paşeroja vî welatî ne.

Gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kuristanê di merasima destpêkirina sala nû ya xwendinê de ev e:

“Kêfxweş im ku îro ez li vir zengilê destpêkirina sala nû ya xwendinê 2019 – 2020 lê didim û destpêkirina sala nû ya xwendinê radigihînim. Bi vê boneyê pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Bêguman webirhênan di xwendin, karîna mirovî, bilindkirina asta xwendin û zanistê û dabînkirina pêwîstiyên xwendina hevçerx, herwiha rola erênî ya malbatan, dê û bavan di pêgehandina zarokên me de, hokarên gelek girîng û sereke ne ji bo pêşxistina warê perwerdê, fêrkirin û bidestanîna paşerojeke geş ji nifşên me re.

Yek ji erkên girîng û pêşîne yên Kabîneya Nehem a Hihûmeta Herêma Kurdistanê, girîngîpêdana bi perwerde, xwendin û bilindkirina asta dibistanên me ye, bi taybet dibistanên hikûmî. Herwiha emê hewl bidin pêwîstiyên xwendineke serdemiyane desteber bikin, wek dirustkirina dibistanên nû, ji ber ku li gor pêdaçûnên aliyên pêwendîdar, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 3500 polên din heye, ji bo ji kêşeya çend dewamî nemîne û xwendekarên me yên xoşewîst li dibistanên hêja de bixwînin.

Ji vir de bi pêwîstî dizanim daxwaz ji sermayedar û webirhênerên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bikim, ku rola niştimanî bigirin ser xwe û di vê hilmetê de di vekirina dibitanên nû de beşdar bin.

Wek hûn dizanin, Herêma Kurdistanê di salên bûrî de rûbirûyî şerê teroristên DAIŞê û rewşeke sext a aboriyê bû, lê xweşbextanetevî wê rewşa ne libar jî, lê proseya xwendinê berdewam bû. Ji ber wêji vir de bi pêwîstî dizanim spasiyeke germ li mamosteyên birêz bikim ji bo xweragirî û qurbanîdana wan, ku nehîştin karwanê xwendinê raweste.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her hewlekê digire ber bo baştirkirina jiyan û guzariyên mamosteyan û pêşkêşkirina derfeta libar û guncaw ji bo geşepêdana karta perwerde û xwendinê ku armanca duristkirina nifşekî danêner li ser bingeha hezkirin û xizmetkirina niştiman be.

Careke din pîrozbahiya destpêkirina sala nû ya xwendinê li we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact