Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqê û şandekî li gel kir ku ji Dr Fuad Husên Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatibû.
Di hevdîtinê de ku Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn, di derbarê pêşhatên dawî yên siyasî li asta Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Herwiha ronahî xistin ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda, bi taybet pirsên budçeya giştî ya sala nû ya Iraqê, rewşa navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 û dariştina yasayan û gef û metirsiyên terorê. Di vî derbarî de tekez li ser berdewamiya diyaloga çareserkirina kêşeyan bi giştî û pabendbûna bi destûr kirin.
Her di vê hevdîtinê de proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê xistin ber behs û tekez li ser pêwîstiya tebayî û yekrêziya partiyên Kurdistanî kirin.