Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 14 OCT 2019 00:06 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Mesrûr Barzanî û Berhem Salih: Niha derfeteke baş ji bo çareseriyê heye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiyan û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir ku pêwîst e pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareseriyeke bingehîn ji wan re bê dîtin û Destûrê Iraqê bi temamî were cîbicîkirin.

Di wê hevdîtinê de, gotûbêj li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin û herdû aliyan tekezî kirin ku niha derfeteke baş ji bo çareseriyê heye û pêwîst e pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareseriyeke bingehîn ji wan re bê dîtin û Destûrê Iraqê bi temamî were cîbicîkirin.

Herwiha herdû aliyan tekez kirin ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de di berjewendiya hemû xelkê Iraqê de ye û ew yek dihêle aramî li Iraqê çêbibe, nexasim ku hêj terorîst li çend navçeyên Iraqê gef in li ser asayişa xelkê.




Nûçeyên din

Zêbarî: DAIŞ careke din li Sûriyê serî hildaye û metirsî li ser Iraqê jî heye

SUNDAY, 13 OCTOBER 2019 18:10:37

Duhok-KDP.info- Serfermandarê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, DAIŞ li Sûriyê careke din serî hildaye û dê bibe gefeke mezin li ser Iraqê jî.

 
Rêvebera Mafê Mirovan: Tişta ku li Rojava dibe tawankarek e bo mafê mirovan

SUNDAY, 13 OCTOBER 2019 18:10:04

Hewlêr-KDP.info- Rêvebera Giştî ya Desteya Mafê Mirovan Tavge Umer dilgiraniya xwe li hemberî rewşa mafê mirovan li Rojavayê Kurdistanê nîşan dide û dibêje rêxistin û saziyên civaka navdewletî li hemberî vê rewşa xerab a Rojavayê Kurdistanê xemsar in.

 
Mesrûr Barzanî: Divê şer raweste û pirsgirêk bi aştî çareser bibe

SUNDAY, 13 OCTOBER 2019 15:10:24

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Serokê Şepêla El Xedd a Sûrî Ehmed Asî El-Cerba kir.

 

Rewşa xelkê li Rojava pir xerab e û pêwîstiya koçberan bi alîkariya bilez heye

SUNDAY, 13 OCTOBER 2019 13:10:57

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Biryar e mezintirîn karwanê mirovî ji Herêma Kurdistanê biçe Rojavayê Kurdistanê û berpirsê pêwendiyên PDK-Sê jî dibêje, rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê pir xerab bûye û gihîştiye asteke metirsîdar, ku pêwîstiya koçberan bo alîkariya bilez heye.

 
Wezareta Pêşmerge dê li ser 3 pirsên girîng danûstandinan bi Bexdayê re bike

SUNDAY, 13 OCTOBER 2019 12:10:37

Hewlêr-KDP.info- Şandeke pilebilind dê serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjkirina 3 pirsên girîng ligel Hikûmeta Iraqê.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP