Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 02:28 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Xelkê Çoman: PKK nêzîk nebe Tirkiye li gundên me nade..Bila êdî em aramiyê bibînin
| KDP.info


Çoman-KDP.info- Danîna navend û baregehên PKK li nêzîkî gund û malên welatiyên ser sînor jiyana wan xistiye metirsiyê de, ji ber ku artêşa Tirkiyê li gundên wan dide. Xelkê Çoman daxwaz ji PKKê dikin ku ji gund û malên wan dûr bikevin û wê hicetê nexin destê Tirkiyê ku li Başûrê Kurdistanê bide.

Muxlis Taha ku xelkê sînorê Qeserê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Jiyana me li ser sînor pir nexweş e û xelkê me di nava tirseke mezin de ne. Malbat koçber bûne û newêrin vegerin. Ji ber PKKê em nikarin derkevin derve ji malê xwe. Em piçekî ji gund derkevin balafirên Tirkiyê tên û li me didin. Rojane ziyaneke mezin dighê rez û bax û zeviyên me. Em daxwaz dikin ew bombebaran û topbarana Tirkiyê raweste û PKK jî xwe ji gund û malên me dûr bike, da ku em jî li ser gundên xwe hest bi aramiyê bikin û karê xwe bikin.”

Weletiyekî din ê wê deverê bi navê Ehmed Mistefa ji malpera KDP.info re dibêje: “Eger PKK ne li gund û nêzîkî malên me be, ti hiceta Tirkiyê namîne bi lêdana navçeyên me û navçeyên me bombebaran û topbaran nake. Loma jî pêwîst e PKK rewşa me liberçav bigre û eger wê yekê nekin emê neçar bin ku ji gundên xwe bar bikin û berê xwe bidin bajaran. Em daxwaz ji wan dikin ku dest ji me berdin ku em li ser erd û zeviyên xwe kar bikin.”

Rêveberê Nahiyeya Qesrê Şaxewan Husên jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hejmareke mezin ji xelkê gundên ser sînor ji ber lêdana balafirên Tirkiyê û ji ber hebûna PKK li navçeyên wan, ji gundê xwe bar kirine û rastî derbederiyê bûne. Xelkê wan navçeyan di nava tirseke mezin de dijîn. Xelk bi roj tên ser gundê xwe û bi şev jê derdikevin. Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî û şaxa Hewlêrê ya Heyva Sor a Iraqê jî alîkariyan didin wan kesên ku alîkarî ji wan re pêwêst be.”




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact