Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekê ji Parlamentoya Lubnanê kir û di wê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Beyrûtê hat kirin.
Îro Dûşema 16.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Teymûr Canpolat Serokê Fraksiyona Dîdara Demokrat ya li Parlamentoya Lubnanê û şanda ligel kir.
Di hevdîtinê de pêwendiya dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Lubnanê de bi giştî û malbata Canpolat bi taybetî bilind hate nirxandin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên herdû aliyan hat kirin.
Rewşa siyasî ya Lubnan û Iraq û navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Bexda û metirsiyên terorê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.