Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 12:06 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK-S: Şoreşa Îlonê bingeh bo avakirina dibistana xebat û têkoşînê danî
| KDP.info


Qamişlo-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) bi boneya salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê de hatiye: “Şoreşa Îlonê ya pîroz ya bi rêbertiya Mele Mistefa Barzanî yê Nemir veguhasineke girîng û pêşketî di dîroka şoreş û serhildanên Kurdan di dirêjahiya dîrokê de çê kir û bingeh bo avakirina dibistana xebat û têkoşînê danî, bo bidestanîna hêvî û daxwazên gelê Kurdistanê.”

Polîtburoya PDK-Sê peyama xwe ya pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Pêşmergeyên Qehreman û gelê Kurdistanê kir û hêviya berdewamiya pêşketin û serkeftinan li ser rêbaza Kurdatiyê rêbaza Barzaniyê Nemir kir.

Di peyama Polîtburoya PDK-Sê de hatiye ku, Şoreşa Îlonê ya pîroz ya bi rêbertiya Mela Mistefa Barzanî yê Nemir veguhasineke girîng û pêşketî di dîroka şoreş û serhildanên Kurdan di dirêjahiya dîrokê de çê kir û bingeh bo avakirina dibistana xebat û têkoşînê danî, bo bidestanîna hêvî û daxwazên gelê Kurdistanê.

Di beşeke din a daxuyaniya PDK-Sê de hat, bi xwîna şehîdan, têkoşîna Pêşmergeyên qehreman û serkirdatiya hişmend şoreşê karî gelek destkeft û armancan bidest ve bîne û di pêşiya wan de rêjîma Iraqê ya rûxandî neçar kir ku peymana 11ê Adara 1970 îmze bike û li mafên gelê Kurdistanê ya otonomiyê (sîstema xwebirêvebirinê) mikur bê.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê dike, tevî şikestina 6ê Adara 1975an, lê kizotê têkoşînê venemirî, lêbelê zêdetir geş bû û ji nû ve di 26ê Gulana 1976an de destpê kir.

Herwiha di peyama PDK-Sê de hat, îro zêdetir rêbaza şoreşê (rêbaza Barzaniyê Nemir) xurtir dibe û pê re projeya netewî ya Kurdistanî bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî bipêş dikeve û bi saya wê jî federalîzm ji Herêma Kurdistanê re bicih hat û gelê Kurdistanê bi hêviya destkeftine din e bi taybet piştî referandûma dîrokî di 25ê Îlona 2017an de ya ku kevirê bingehîn a serxwebûna Kurdistanî danî.




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact