Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 18:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Şanda HDPê li Hewlêrê ye..Temellî: Serok Barzanî pêşengekî Kurd ê girîng e
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Hevserokê HDPê Sezaî Temellî ragihand, Birêz Masûd Barzanî pêşeng û serokekî Kurd ê girîng e û di çarçova siyaseta Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de dixwazin pêwendiyê bi wî re bikin.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî li Hewlêrê ji rojnamevanan re axivî û ragihand, ji zû de me dixwast serdana Herêma Kurdistanê bikin, lê ji ber rewşa Tirkiyê û keşûhawaya siyasî ya neasayî, zehmet bû derfet bê dîtin.

Derbarê armanca serdanê de Temellî da zanîn: “Ev serdan ji bo me gelekî girîng e ji ber ku li cîhanê pirsa herî girîng a Rojhilata Navîn e û çareserkirina pirsa Rojhilata Navîn girêdayî bi çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Siyaseta cîhanê îro li Tirkiyê, Başûr û li Rojavayê Kurdistanê diyar dibe.”

Herwiha got: “Ji bo HDPê hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê û hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, xwedî berpirsyariyekê ne û ev serdana me berî her tiştî ji bo aştiyê bînin Rojhilata Navîn.”

Amaje bi wê yekê kir: “Emê di serdana xwe de jî pîrozbahiyê li Birêz Nêçîrvan Barzanî di erkê xwe yê nû wek Serokê Herêma Kurdistanê bikin û serkeftinê ji Parlamentoya Kurdistanê re bixawzin.”

Hevserokê HDPê behsa rola Serok Barzanî kir û got: “Birêz Masûd Barzanî pêşeng û serokekî Kurd ê girîng e û di çarçova siyaseta Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de dixwazin pêwendiyê bi wî re bikin. Herwiha dixwazin pêwendiyê bi hemû aliyên siyasî û saziyên vî welatî re danûstandinê bikin.”“

Li ser pêwendiyên HDP û CHPê got: Hevpeymaniyeke me û CHPê nîne, em li Tirkiyê têkoşînê bo aştî û demokrasiyê dikin û têkoşîna me bo aştiyê ye tenê di hundirê Tirkiyê de hatiye sînordarkirin. Aştî neyê Rojhikata Navîn, li cîhanê aştî nabe. Gelek aliyên siyasî di wê çarçoveyê de neçar in bi HDPê re tev digerin. Bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê divê hemû bi berpirsatî tev bigerin.”

Temellî got jî: “Em bang li hemû partiyên siyasî yên Parlamentoya Tirkiyê dikin, hin partî bi erênî bersiva me didin û hin partî naxwazin banga me bibihîsin û li ser şer û dijminahiya Kurdan jî rijd in. Pirsa herî girîng jî ew e, divê dijimahiya li hember Kurd bidawî were û heta bi Kurdan re aştiyê pêk neyînin, li Tirkiyê aştî pêk nayê.”

Sezaî Temellî ragihand: “Birêz Barzanî ji bo Kurdan û ji bo gelan jî serokekî girîng e, berpirsatiya Birêz Barzanî digire ser milê xwe, hem ji bo Başûrê Kurdistanê û hem ji bo navçeyê dibin sedema karvedanên girîng. Herwiha ji bo çareseriya navçeyê hinek hêviyên me jê hene û em dixwazin hizrên wî werbigirin.”

Derbarê pêvajoya aştiyê de Hevserokê HDPê got: “Ji bo avakirina aştiyê têdikoşin. Gelê Kurd, partî û siyaseta li Herêma Kurdistanê dizanin aştî çi ye û çawa ye. loma divê têkoşîneke hevbeş bo aştiyê were kirin. Gelê Kurd li ser vê xakê bi hev re dijî, loma gavên bo aştiyê yên li Tirkiyê, dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Loma em bangî aştiyê dikin.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact