Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê ENKSê Îbrahîm Biro ragihand ku wan ligel Amerîka danûstandin li ser Navçeya Aram kirine û ENKS û Pêşmergeyên Rojava jî dê ligel ragihandina wê navçeyê vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Îbrahîm Biro Berpirsê Pêwendiyên ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di çend rojên derbasbûyî de em ligel berpirsên Amerîka civiyan û me behsa Navçeya Aram kir. Amerîkiya ji me re gotin ku wan û Tirkiyê li ser çend xalên sereke derbarê Navçeya Aram lihev kirine. Lê gotin ku hêj li ser gelek xalan lihev nekirine, wek rûbera wê navçeyê.”
Biro wiha got: “Tirkiye razî nabe ku hêzên QSD û PYD vegerin Navçeya Aram. Eger rêkeftin li ser hebe baştir e ji bo ku şer dûr bibe, ji ber ku niha metirsiya şer heye. Eger Amerîka û Tirkiye lihev nekin metirsiya şer dîsa heye.”
Wî serkirdeyê ENKSê wiha domand: “Ligel ragihandina Navçeya Aram dê ENKS bi hêza siyasî û leşkerî vegere Rojavayê Kurdistanê, ku Pêşmergeyên Rojava dê vegerin Rojavayê Kurdistanê. Emê roleke baş bibînin di wê navçeyê de û em dikarin wê navçeyê birêve bibin. Amerîka jî dixwaze xelkê navçeyê rêvebriya xwe bikin.”