Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 21 SEP 2019 00:14 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

ENKS li ser Navçeya Aram bi Wezareta Derve ya Amerîka re dicive
| KDP.info


 

Mosko-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco dibêje, şandek ji ENKSê dê derbarê Navçeya Aram û rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ligel Wezareta Derve ya Amerîka bicive.

Kamîran Haco di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e şandeke ENKSê di vê hefteyê de, ku roja 22ê vê mehê ye, piştî serdana Mosko, serdana Amerîka jî bike û li wir li Wezareta Derve ya Amerîka ligel Hevkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Ameîrka bicive.”

Haco wiha got: “Armanca me ji serdana Amerîka ew e ku em behsa rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî bikin. Herwiha emê li wir behsa Navçeya Aram a ku biryar e bê avakirin, bikin, ku em dixwazin nas bikin ew navçe çi ye û çi rêkeftin li ser hatiye kirin. Ji ber ku ew navçe dê li Rojavayê Kurdistanê be û em dixwazin nas bikin ku çi jê re pêwîst e ku bê kirin. Emê li wir li ser biaxivin.”

Herwiha vê hefteyê şanda ENKSê li Mosko ligel berpirsên wî welatî civiya ye. Derbarê wan civînan, Kamîran Haco wiha got: “Me civînên girîng li Mosko encam dan. Herdem civînên me ligel berpirsên Rûsya erênî bûne û piştgîrî li pirsa Kurdî kirine. Vê carê jî ew yek ji me re diyar kirine û gotin ku helwêstê me nehatiye guhertin. Me di wan civînan de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û Navçeya Aram kir.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî bo xwendekarên Kurdistanê: beşdar bin di avakirina Kurdistaneke bihêz de

THURSDAY, 19 SEPTEMBER 2019 23:09:05

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, perwerde û fêrkirin, weke ji girîngritîn karên kabîneyê binav kirin û ragihand ku di heyama vê kabîneyê de ew dê girîngiyeke taybet bi xwendina bilind bidin.

 
Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî rewşa Iraqê guftûgo kirin

THURSDAY, 19 SEPTEMBER 2019 15:09:25

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Mihemed El Helbûsî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser parastina aramiya siyasî û aramiya emnî ya Iraqê û girîngiya berdewamiya diyaloga Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan li çarçêweya destûra Iraqê da kirin.

 
Serok Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê rewşa Iraqê û ya navçeyê gotûbêj kirin

THURSDAY, 19 SEPTEMBER 2019 15:09:26

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlamentoya Iraqê) kir û di wê hevîdtinê de herdû aliyan rewşa Iraqê û ya navçeyê û pêwesndiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Serok Barzanî û Berhem Salih li ser rewşa navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 axivîn

WEDNESDAY, 18 SEPTEMBER 2019 22:09:38

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 gotûbêj kirin.

 
Mesrûr Barzanî û Berhem Salih: Niha derfeteke baş ji bo çareseriyê heye

WEDNESDAY, 18 SEPTEMBER 2019 22:09:49

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiyan û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir ku pêwîst e pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareseriyeke bingehîn ji wan re bê dîtin û Destûrê Iraqê bi temamî were cîbicîkirin.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP