Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 00:07 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropa civiyan
| KDP.info



Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê kir.


Îro Şemiya 17.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ramon Blecua Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Ramon Blecua Balyozê Yekîtiya Ewrupa spasî pêşwaziya cenabê Serok Barzanî kir û mebesta serdana xwe jî ji bo ragihandina dawî hatina erkê dîplomasiya xwe bû li Iraqê û pesnê hevkarî û peywendiya di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Yêkîtiya Ewropa kir û hêvî xwest ew peywendî berdewam û bi hêztir bin û balkişand li ser wê yekê ku li her cîhek bê bîranîn û dostayetiya xwe ya li gel Kurd ji bîr nake.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî, hêviya serkeftinê li erkê nû yê Ramon Blecua de xwest û balkişand li ser girîngiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Ewrupa û tekez li ser zêdetir pêşxistina hemahengiya li gel Yêkîtiya Ewropa kir.

Li beşekî dinê hevdîtinê de, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nirxandin û her dû alî tekez li ser peydakirina çareserî û rêya diyalogê û jihevdûtêgihiştina zêdetir kirin.

Di derbarê Herêma Kurdistanê de jî Balyozê Yêkîtiya Ewropa aramî û proseya siyasî û pêkanîna Hikumeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand û bi hengavekî erênî ji bo paşarojeke baştir wesif kir.




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact