Hewlêr-KDP.info- Bi boneya 73yemîn salvegera damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Rêwaz Faiq Seroka Parlamentoya Kurdistanê peyameke pîrozabahiyê arasteyî PDKê kir.
Ev jî tekesta peyama Seroka Parlamentoya Kurdistanê ye:
“Bi boneya 73yemîn salvegera damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî serok û civata serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê dikim û bi rêya wan birêzan jî arasteya tevaya kadir, endam, cemawer, kesûkarên şehîdan û firakisyona perlamaniya wan dikim û hêviya berdewamiyê bo we dixwazim di xebata siyasî û têkoşînê de ji bona gehiştinê bi armancên netweyî û bi destveaînana daxwazên rewa yên xelkê Kurdistanê.
Hêvîdar dikim ev bîranîn bibe cihê yekrêziya navmala Kurdî û karê hevreyî ji bona parastina qewareya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina damezraweyên destûrî yên wê û bicîhbûna hukmraniya tendurist ku tê de xelk hest bi armî û xweşguzeraniyê bikin.
Dr. Rêwaz Faiq
Seroka Parlamentoya Kurdistanê
15ê Tebaxa 2019”