Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzên Serkirdayetiya Hudapar
Malbata hêja ya xwedê jêrazî Mihemed Yavuz
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetî û têkoşerê navdar û dilsoz, Serokê berê yê Hudapar, Kek Mihemed Yavuz gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û hevalên Kek Mihemed dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim rûh û giyanê Kek Mihemed bixe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bide hemû aliyek.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
10.08.2019