Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de Cejna Qurbanê li xelkê Kurdistanê pîroz dike. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê pîrozbahiyê li xelkê Kurdistan û Iraq û hemû misilmanên cîhanê dikim.
Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan dikim ku bi xwîna azîzên wan azadî û rûmeta welatê me parastî ye. Pîrozbahiyê li hemû Pêşmergeyên qehreman dikim û destxweşiyê jî li hêzên asayiş û polîs dikim ku bi şev û roj erkê parastina aramî û asayişa welatiyan avêtine ser milê xwe.
Cejna we pîroz û hêviya şadî û bexteweriyê bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
10.08.2019”