Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 11:47 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Fermandarê Hêzên Ser Sînor: Divê PKK ji navçeyê sînorî derkeve
| KDP.info


 

Duhok-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pasevanî yên Ser Sînorê Herêma Kurdistanê, ku ser bi Hikûmeta Iraqê ve ye, ragihand ku ji ber PKKê 400 gundên ser sînor li Herêma Kurdistanê vala bûne û pêwîst e PKK ji wan navçeyan derkeve ji ber ku ziyanê dighîne Herêma Kurdistanê.

Lîwa Şêrgo Zengene Fermandarê Hêzên Pasevanî yên Ser Sînorê Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Tirkiye berdewam e li ser operasyonên xwe li dijî navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û em wek Hikûmeta Iraqê jî agahdar in ji wan êrîşan û em dizanin ku ziyan dighê navçeyê.”

Zengene wiha got: “Her ku ew navçe tê bombebarankirin ziyaneke mezin dighê zevî û baxên xelkê wan navçeyan û xelk koçber dibin. Lewma jî pêwîst e êdî xelk nebin qurbanî û nabe xelkên sivîl ên Herêma Kurdistanê bibin qurbanî û nabe rewş wiha berdewam be.”

Wî fermandarî wiha domand: “Eger PKK ji wan navçeyan dernekeve dê topbaran û bombebaran berdewam bin û pêwêst e PKK ji wan navçeyan derkeve. Heya niha 400 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne ji ber PKKê. Çekdarên wê diçin nava gundan û Tirkiye jî wan gundan didin û xelkê sivîl jî dibin qurbanî.”

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact