Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Tirkiyê bi rêya konsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez dike li ser bihêzbûn û geşekirina pêwendiyên abûrî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.
Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê Hakan Kerecan ji malpera KDP.info re ragihand: “Em piştevaniyê li hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya birêz Mesrûr Barzanî dikin û em hêviya serkeftinê jê re dixwazin. Pêwendiyên di navbera me de ji aliyê siyasî û abûrî û dîplomatîk de bihêz in û di qonaxa bê de dê ew pêwendî geştir bibin û me ev yek ji birêz Mesrûr Barzanî û hikûmeta wî re jî gotiye.”
Hakan Kerecan wiha got: “Em bi beşdariya mezin a pêkhateya Turkman di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kêfxweş in. Dana kursiyên hikûmetê bi pêkhateyan, aştî û demokrasiya Herêma Kurdistanê bihêztir dike û Herêma Kurdistanê dike mala hemû pêkhateyan.”
Konsulê Tirkiyê wiha domand: “Emê berdewam bin li ser bilindkirina asta tevgera bazirganî ligel Herêma Kurdistanê di sektorên cuda de. Herêma Kurdistanê ji bo me dost û bazareke girîng e ji bo veberhênanê û ji bo pêwendiyên dîplomatîk li navçeyê.”
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li Moskoyê şermezar kir û hevxemiya xwe ligel ligel malbatên qurbaniyan, birîndaran, gel û hikûmeta Rûsyayê ragihand.
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê êrişa şeva borî ya li Moskoyê hovane bi nav kir û bi tundî şermezar kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Adarê li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî “X” peyamek derbarê êrîşa terorîstî ya şeva borî li Moskowê belav kir û tê de ev êrîş şermezar kirin.
Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 20ê Adara 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Heta Kurd û Kurdistan bên înkarkirin Iraq xweşî û aramiyê nabe.”
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.