Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 OCT 2019 21:08 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Rêwaz Fayiq bû seroka nû ya Parlamentoya Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Parlamentoya Kurdistanê îro civiya û di civînê de berbijêra Fraksyona YNKê Rêwaz Fayiq weke seroka nû ya Parlamentoya Kurdistanê hate hilbijartin.

Dr. Rêwaz Fayiq ji Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ye.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand: “Di civîna îro ya parlamentoyê de dengdan ji bo hilbijartina seroka nû ya parlamentoyê bi veşartî hat kirin û Rêwaz Fayiq bi dengê 72 parlamenteran weke Seroka Parlamentoya Kurdistanê hate hilbijartin.”

Hevrika wê Şadiye Newzad ji Fraksyona Nivşê Nû jî 16 deng bi dest xist û 9 deng jî betal bûn.

Li gorî rêkeftina di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) de, serokatiya parlementoyê para YNKê ye, lê heya niya YNK ew kursî wernegirtibû û ji ber wê yekê jî PDK Dr. Vala Ferîd bi şêweyekî demkî kiribû seroka parlamentoyê.

Dr. Vala Ferîd niha di hikûmeta nû de bûye Wezîra Herêmê û duhî wek wezîr sûnda yasayî xwar.




Nûçeyên din

“Me û Bexda li ser başkirina rewşa Kerkûkê lihev kiriye”

SATURDAY, 19 OCTOBER 2019 18:10:19

Kerkûk-KDP.info- Endamê Komîteya Normalkirina Rewşa Kerkûkê Şaxewan Ebdulah dibêje, me û Hikûmeta Iraqê li ser komek pirsan ji bo normalkirin û başkirina rewşa Kerkûkê lihev kiriye û di pêngava yekem de jî dê Heşda Şeibî ji navendên PDKê derkevin û dê bikevin destê PDKê.

 
Heya niha 3 hezar û 56 penaber ji Rojava hatine Başûr

SATURDAY, 19 OCTOBER 2019 18:10:19

Hewlêr-KDP.info- Li gorî amarên dawî ji 9ê vê mehê û heya niha 3 hezar û 56 penaber ji Rojavayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê û tenê şevê din zêdetirî 700 penaber hatine, ku alîkariyên sereke ji wan re hatine peydakirin û pêşwazî li wan hatiye kirin.

 
Serok Barzanî: Pêwîst e qurbaniyên Kurdan li Sûriyê libeçav bên girtin û demografiya navçeyên Kurdan neyê guhertin

FRIDAY, 18 OCTOBER 2019 21:10:24

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Fransa kir û di wê hevdîtinê û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz kir ku her çareseriyek ji bo rewşa Sûriyê bê pêşniyarkirin û di her rêkeftinekê de pêwîst e qurbaniyên Kurd û çarenivîsa Kurdan li Sûriyê li ber çav bê girtin.

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Fransa kir

FRIDAY, 18 OCTOBER 2019 13:10:39

Hewlêr-KDP.info- Berî nîvroya înê 18.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa kir.

 
Mesrûr Barzanî: Hêvîdar in şer li Rojava bidawî were û deriyê aştî û guftûgoyê bê vekirin

THURSDAY, 17 OCTOBER 2019 16:10:05

Hewlêr-KDP.info- Di çarçova danîna kevirê bingehîn ê kolana Barzan li bajarê Duhokê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir.

 



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP