Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 OCT 2019 15:56 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Nêçîrvan Barzanî ligel Macron civiya: Hevdîtineke gelekî serkeftî bû
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî hevdîtina li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Koşka Elysee, amaje bi wê yekê kir hevdîtina wan gelek serkeftî derbas bûye û diyar kir ku wan Macron bo Herêma Kurdistanê vexwendine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendineke fermî îro serdana Fransayê kir û li Koşka Elysee ya li Parîsê, li gel Serokomarê wî welatî Emmanuel Macron hevdîtinek pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê, piştî hevdîtina li gel Macron, got ku wan hevdîtinek serkeftî encam dan.

Nêçîrvan Barzanî got, “Serok Macron piştî referandûmê di vekirina rêyên dîplomatîk ên li pêşiya Herêma Kurdistanê de roleke girîng leyîst. Ew li gor wê demê gaveke gelekî mezin bû. Bi saya wan hewldanan di hin kêşeyên li gel Bexdayê me rêyên çareseriyê dîtin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir piştî ku weke Serokê Herêma kurdistanê hat hilbijartin, ji aliyê Koşka Elyseeyê ve hat vexwendin û got, “Ji bo alîkariya wan a di çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê û piştevaniya di şerê li dijî DAIŞê û alîkariya bo awareyên li Kurdistanê, me careke din sipasiyên xwe pêşkêşî Serok Macron û Hikûmeta Fransayê kir. Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Fransayê de jî hatin gotûbêjkirin û me biryar da ku têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera herdu aliyan de bên bihêzkirin.”

Nêçîrvan Barzanî aşkere kir ku wan Serokê Fransayê Macron vexwend bo Kurdistanê û wî jî ev vexwendin bi erênî pêşwazî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî diyar jî kir ku Emmanuel Macron bi boneya pêkhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî û kêfxweşiya xwe aniye ziman.




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Pêwîst e qurbaniyên Kurdan li Sûriyê libeçav bên girtin û demografiya navçeyên Kurdan neyê guhertin

FRIDAY, 18 OCTOBER 2019 21:10:24

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Fransa kir û di wê hevdîtinê û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz kir ku her çareseriyek ji bo rewşa Sûriyê bê pêşniyarkirin û di her rêkeftinekê de pêwîst e qurbaniyên Kurd û çarenivîsa Kurdan li Sûriyê li ber çav bê girtin.

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Fransa kir

FRIDAY, 18 OCTOBER 2019 13:10:39

Hewlêr-KDP.info- Berî nîvroya înê 18.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa kir.

 
Mesrûr Barzanî: Hêvîdar in şer li Rojava bidawî were û deriyê aştî û guftûgoyê bê vekirin

THURSDAY, 17 OCTOBER 2019 16:10:05

Hewlêr-KDP.info- Di çarçova danîna kevirê bingehîn ê kolana Barzan li bajarê Duhokê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir.

 

Mesrûr Barzanî: Bingeh bo Kurdistaneke bihêz û xweşguzeran hatiye danîn

THURSDAY, 17 OCTOBER 2019 16:10:48

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twittekê de ragihand, 500 milyar dînar bo çend projeyên xizmetguzariyê hatin texankirin.

Civîna Partiyên Başûr: Bila êrîşên ser Rojava bidawî werin û pirsgirêk bi aştî û diyalogê çareser bibin

WEDNESDAY, 16 OCTOBER 2019 23:10:48

Hewlêr-KDP.info- Partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê ku li ser daxwaza Serok Nêçîrvan Barzanî kom bûn, ji bo sekinandina êrişên li ser Rojava û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikaranîna rêya aştî û diyalogê, tekezî li ser xebata hevbeş kirin.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP