Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 16 JUL 2019 07:44 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Parlamentoya Kurdistanê dê roja Çarşemê baweriyê bide hikûmeta nû
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hemû parlamantaran dike, di rûniştina roja 10ê Tîrmehê de amade bin, bo tê de bawerî bi hikûmeta nû were dayîn.

Li gor Serokatiya Parlamentoyê, daxwaz ji hemû parlamanteran dike, demjimêr 11:00 ji roja 10ê vê mehê di rûniştina asayî a hejmara (13) de amade bin.

Herwiha di karnameya civînê de hatiye, roja Çarşemê 10ê vê mehê bawerî bi Serokwezîr tê dayîn û Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û wezîr sûnda yasayî dixwin.

Di wê civîna Parlamentoya Kurdistanê de dê xalên giştî yên bernameya karê hikûmeta nû ya Kurdistanê ji aliyê serokwezîrê nû ve bê xwendin.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî Brîtanî civiya

MONDAY, 15 JULY 2019 23:07:49

Hewlêr-KDP.info- Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz General Sir John Lorimer Şêwirmendê Bilindê Wezareta Berevaniya Brîtanya yê Rojhilata Navîn û John Wilkes Balyozê Brîtanya li Iraqê û James Thornton Konsolê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê û şandekî li gel, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî, peywendiyên Hewlêr û Bexda, çareserkirina destûrî ya kêşeyên Hewlêr û Bexda, meşq û rahênana bi hêzên Pêşmerge û berdewamiya çaksazî û reformên li Wezareta Pêşmerge guftûgo kirin.

 
Konsulê Tirkiyê: Em piştevaniyê li hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dikin

MONDAY, 15 JULY 2019 21:07:18

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Tirkiyê bi rêya konsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez dike li ser bihêzbûn û geşekirina pêwendiyên abûrî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.

 
Elîko: Amerîka û Fransa ji bo rêkeftina ENKS û PYDê hewl didin

MONDAY, 15 JULY 2019 19:07:45

Duhok-KDP.info- Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Fûad Elîko dibêje, hewlên Amerîka û Fransa berdewam in ji bo rêkeftina ENKS û PYDê.

 
Konsulê Amerîka serdana mezarê nemiran li Barzan kir

MONDAY, 15 JULY 2019 19:07:12
Barzan-KDP.info- Şandeke Amerîka bi serokatiya Konsulê Amerêka li Herêma Kurdistanê Stîvin Feygin serdana mezarê nemiran li Barzan kir.
 
Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Herêma Kurdistanê baştir dibe û derfetên kar zêdetir dibin

MONDAY, 15 JULY 2019 12:07:48

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li pêşangeha Rwange ya Derfetên Kar gotarek pêşkêş kir û tê de got, rewşa abûrî ya Herêma Kurdistanê baştir dibe û derfetên kar zêdetir dibin.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP