Hewlêr-KDP.info- Pêncşema derbasbûyî komîteyeke taybet bi rewşa Xaneqîn ji Parlamentoya Iraqê serdana Xaneqîn kir û Serokê wê komîteyê jî dibêje, rewşa Xaneqîn ji hemû aliyekî ve xerab e û tê daxwazkirin ku Hêzên Pêşmerge vegerin navçeyê.
Serokê Komîteya Parlamentoya Iraqê ya taybet bi pirsgirêka Xaneqîn Nasir Yûsif ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber aloziyên rojên derbasbûyî li sînorê Xaneqîn, ku genim û ceh û bax û zeviyên Kurdan dihatin şewitandin, serokê Parlamentoya Iraqê komîteyek ava kir û şand Xaneqîn, ku ez serokê komîteyê bûm û roja Pêncşemê em çûn Xaneqîn. Me dît ku xelkê wê navçeyê di rewşeke pir xerab de ne, ji aliyê xizmetan de û ti baweriya wan bi Hikûmeta Iraqê nemaye.”
Nasir Yûsif wiha got: “Jibilî nebûna xizmetan, rewşa ewlehî li wir nearam e û divê rewş li wir bê guhertin û hêzeke ji Pêşmerge û hêzên Iraqê bi hevre wê navçeyê biparêzin û nava bajêr jî bikeve destê polîs de. Me ev yek ji fermandarê artêşa Iraqê jî re got, ku cihê artêşê ne nava bajar e û pêwîst e artêş û Heşda Şeibî ji bajarê Xaneqîn derkevin.”
Yûsif wiha domand: “Em û rêxistinên navçeyê û pêkhateyên Xeneqîn û îdareya bajrê gihîştin encama dawî ji bo çareserkirin pirsgirêkên Xaneqîn û pêwîst e Pêşmerge vegerin navçeyê û me ev daxwaza vegera Pêşmerge û normalkirina rewşa Xaneqîn gihand Parlamentoya Iraqê.”