Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 11:04 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîka behsa pêwendiyên Hewlêr û Waşinton kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Steven Fagin civiyan û behsa peywendiyên Hewlêr û Waşintonê kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê di civînê de çend mijar gotûbêj kirin ku di nav wan de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ji hemû aliyan ve, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û başbûna wan û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û geşedanên herêmê.

Herwiha di civîna vê sibê de (19-05-2019) li Hewlêrê, behsa rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî û rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin. Li ser vê mijarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kurteyek derbarê rêkeftina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser aktîvkirina saziya Serokatiya Herêmê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Gotûbêjkirina pêşhateyên herî dawî yên herêmê, rewşa niha ya Mûsilê û derdora wê, deverên nakokî li ser, pêngavên qonaxa piştî DAIŞê û jinavbirina fikra tundrewiyê û rêgirtina serîhildana wan bi hevahengiya navbera Bexda û Hewlêrê û hevpeymanan, herwiha zemînsaziya vegera awareyan bo cih û warên xwe, aliyekî din ê civînê bû.




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact