Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes civiyan û di wê hevdîtinê rewşa deverê û pêşhatên dawî gotûbêj kirin.
Îro Çarşema 15.5.2019 li Hewlêrê civîn birêve çû û tê de herdû aliyan behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de kirin. Herwiha herdû aliyan behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kirin, ku ji ber gotûbêj û pêwendiyan hejmareke pirsgirêk çareser bûne. Derbarê vê yekê de Balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes destxweşî li hewl û keda Nêçîrvan Barzanî kir.
Balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes behsa serdana xwe bo Duhokê û serdana kampên koçber û penaberan û vegera wan bo ser mal û warên wan kir.
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes rewşa deverê û hewlên avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê gotûbêj kirin.