Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 22 AUG 2019 15:09 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Kurdistan û Komara Bêlarûsya pêwendiyên xwe bihêz dikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Bêlarûsya li Iraqê civiyan û di wê hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên navbera herdû aliyan hat gotûbêjkirin.

Îro Çarşema 15.5.2019an Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî Balyozê Bêlarûsyayê li Iraqê Andrey Savinik kir û ligel wî civiya. Di civînê de pêwendiyên herdû welatan hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, rewşa ewlehî ya deverê, geşepêdana pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Bêlarûsya hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Mesrûr Barzanî aşkere kiriye ku Herêma Kurdistanê amade ye pêwendiyên xwe ligel Komara Bêlarûsya bihêztir bike û da zanîn ku Herêma Kurdistanê derfetên baş guncaw bo kompanyayên biyanî amade kiriye.

Andrey Savinik jî behsa pêşketinên welatê xwe yên di warî pîşezî û bazirganî û aboriyê da kiriye xoşhaliya xwe bo bihêzkirina peywendiyan ligel Herêma Kurdistanê derbirî ye. Herwiha amaje bi wê yekî jî kiriye ew gelekî dixwazin di warê bazirganî û perwerde û xwendina bilind tendirustî û cotkariyê da di navbera Komara Belerûsya û Herêma Kurdistanê de geş bikin.

 




Nûçeyên din

Hikûmeta Kurdistanê bang li Tirkiye û PKKê dike: Êdî ziyanê neghînin xelkê me

TUESDAY, 20 AUGUST 2019 09:08:27

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir ku nebin sedema ziyangihandina welatiyên Herêma Kurdistanê.

 
Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna terorîstî ya li Qamişlo şermezar kir

MONDAY, 19 AUGUST 2019 09:08:24

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê, teqîna îro ya li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê wek "teqîneke terorîstî" bi nav dike û vê teqînê bi tundî şermezar dike.

 
ENKS li ser Navçeya Aram bi Wezareta Derve ya Amerîka re dicive

SUNDAY, 18 AUGUST 2019 15:08:10

Mosko-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco dibêje, şandek ji ENKSê dê derbarê Navçeya Aram û rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ligel Wezareta Derve ya Amerîka bicive.

 
Hêzên Iraqê nikarin Xaneqîn biparêzin û DAIŞ bi eşkere êrîş dike

SATURDAY, 17 AUGUST 2019 15:08:42

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê Şaxa 15 ya PDK li Xaneqîn Şêx Ceifer Şêx Mistefa dibêje, tevgera DAIŞê li sînorên Xaneqîn pir zêde bûye û niha bi eşkere êrîş dikin û hêzên Iraqê niharin navçeyê biparêzin û ditirsin.

 
Şandek ji Wezareta Pêşmerge ji bo mûçeyê Pêşmerge diçe Bexdayê

SATURDAY, 17 AUGUST 2019 15:08:56

Hewlêr-KDP.info- Biryar e di çend rojên bê de şandeke pilebilind ji Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjkirina pere û mûçeyên Pêşmerge û ji bo gotûbêjkirina tevgera DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP