Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 23 APR 2024 09:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

DAIŞ dîsa dest bi pilanên xwe kiriye..Bê Pêşmerge ewlehî bicîh nayê
| KDP.info


Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê Şaxa 15 ya PDKê li Xaneqîn Şêx Ceifer Mistefa ragihand ku DAIŞ li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 ku di bin destê Heşda Şeibî de ne, dîsa dest bi pilanan kiriye û ewlehiya wan navçeyan bê Hêzên Pêşmerge pêk nayê.

Şêx Ceifer ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ dûbare dest bi pilanan dike. Diçin ser malan li sînorê navçeya Şiwan li Kerkûkê û gundên devera Xaneqîn. DAIŞ çalakî û tevgerên xwe berfireh kiriye. Li Mexmûrê jî li Çiyayê Qereçox DAIŞ dest bi tevgerê kirine. Li Qeretepe û Cebare û Celewla jî terorîstên DAIŞê hene.”

Şêx Ceifer wiha got: “Artêşa Iraqê daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kiriye ku êrişî çekdarên DAIŞê bikin li wan navçeyên Kurdistanî yên ku DAIŞ li wan belav bûye û çalakiyên bihêz tê de dike, nexasim li sînorên Kerkûk û Xaneqîn û Cebare û Qeretepe, ji ber ku ti pilaneke ewlehî li wan navçeyên Kurdistanî ji aliyê hêzên Iraqê ve bê Pêşmerge ser nagre, lewma jî hêzên Iraqê neçar in ku bi hevbeşî ligel Pêşmerge îdareya wan navçeyan bike.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Tirkiyê kirin

MONDAY, 22 APRIL 2024 22:04:00

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hat kirin.

 
Serok Barzanî: Medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

MONDAY, 22 APRIL 2024 20:04:50

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 126 saliya Roja Rojnamevaniya Kurdî di peyamekê de pîrozbahî li rojnamevanên Kurdistanê kir û got pêwîst e ragihandinkar û rojnamevanên Kurdistanê wê yekê herdem ji bîr nekin ku medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

 
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bi rêz û pêzanîn ve li rola giring a karê rojnamevaniyê dinêre

MONDAY, 22 APRIL 2024 19:04:06

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 22ê Nîsanê Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Rojnamegeriyê bi dirûşma Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî, li Hewlêrê hat lidarxistin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact