Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 12:32 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Kurdistan û Îmarat pêwendiyên xwe bihêztir dikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Îmarata Yekgirtiya Erebî li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat de.

Îro Yekşema 28.04.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ehmed Îbrahîm Seîd Konsolê nû yê welatê Îmarat li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Konsolê nû yê Îmarat, silavên serkirdayetiya siyasiya welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê nîşan da.

Konsolê nû yê Îmarat li Hewlêr, bi navê welatê xwe spasî xelkê Herêma Kurdistanê ya ji bo yarmetîdan û hevkarîkirina koçberan kir. Eve jî xisterû Îmarat li peywendiyên xwe yên li gel Hewlêr berdewam dibe û dûpat li ser piştevaniya welatê xwe ya ji bo yarmetîdana koçberên li Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî spasî Konsolê nû yê Îmarat kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera her dû aliyan tekez li ser bihêztirkirina peywendiya siyasî û aborî û çandî ya di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê kir.

 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact