Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 02:00 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Barê Kurdistanê pir giran bû, lê deriyê xwe ji koçberan re vekir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Xêrxwazî ya Îslamî ya Cîhanî Dr. Abdula El Mehtoq û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku tevî ku barê Herêma Kurdistanê pir giran bû, lê himêza xwe ji koçberan re vekir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê dewleta Kuwêtê li Herêma Kurdistanê amade bû, Serokê Desteya Xêrxwazî ya Îslamî ya Cîhanî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo vehewandina hejmareke mezin ji koçberên navxweyî û derveyî kir û behsa alîkariyên hawarhatinê desteya wan kir, ku bi hevkariya bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re li ser koçberan hatine belavkirin.

Dr. Abdula derbarê karê dezgeha xwe de ragihand, desteya wan xizmetguzariyan pêşkêşî kesên ku pêwîstiya wan pê heye dike û bi taybet zarokên sêwî û malbatên bê xwedî, ji bo ku ew ji qonxana pêwîstiyê ber bi qonaxa berhemanînê ve biçin.

Li hemberê, Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her asankariyê ji her karekî xêrxwaziyê re derbirî û rola Desteya Xêrxwazî ya Îslamî ya Cîhanî di dabînkirina hevkariyên mirovî de bilind nirxand û ragihand, Herêma Kurdistanê tevî bargiraniya birîna budce û şerê DAIŞê li ser bû, li gor karînên xwe û bê cudahî hevkarî pêşkêşî koçberan kir.

Mîkanîzma bilzbûna pêşkêşkirin û dabînkirina pêwîstiyên seretayî yên jiyanê ji aliyê pêwendîdar ên navdewletî û dezgehên xêrxwaziyê yên cîhanê ji kampên koçberan li Herêma Kurdistanê aliyekî din ê wê hevdîtinê bû.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact