Îro Çarşema 03.04.2019 li bajarê Hewlêrê Serok Barzanî beşdarî li rêwresmek kir ku ji aliyê Navenda Lêkolîn û Akademiya Partiya Demokrat a Kurdistanê hatibû sazkirin û taybet bû bi pêşangehekî fotoyî û pertûkê (Dîroka Xulên Kadîrên (PDK) ji çiya ve bo bajar 1968-2014).
Di wê çalakiyê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û balkişand ser dîrok û xebata netewî ya Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistanê û ragihand, bêguman her miletek, eger paşeroja xwe nezanê, dê nizanibe çawa berev pêşarojê jî pêngavan bavêje.
Serok Barzanî tekez kir li ser wê yekê ku PDK partiyeke damezraweyî ye, di bin bombe de û li çiya û bê derfet hizra wê yekê dikir ku çawa kadiran ava bik, kadirê partî û siyasî, perwerdeyî, tendirûstî, çawa pêwendiyeke rûhî di navbera kadir û cemawer de ava bike bi awayekî ku rewşekî wiha dirust bû li Kurdistanê, milet bawerî bi axaftinên kadir bû. Kadir jî xwe bi xizmetkarê milet dizanî.
Serok Barzanî got: “Em divê vegerin li ser wan bihayan. Ji ber ku ew bihane, PDK gihandiye vê rojê. PDK ji bo wê yekê ava nebûye ku dijayetiya ti hizb û aliyekî din bike. PDK ava bûye ji bo wê yekê ku xizmetê pêşkêşî gelê xwe bike. Gelek cûdahî heye. Yê ku PDK be herdem divê li bîra wî be, hûn ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê çêbûne.”
Serok Barzanî erk û berpirsiyariya PDK bi avakirina mirovê Kurd wesif kir û got: “Berpirsiyariya PDK ye ku mirovê Kurd ava bike. Berpirsiyariya PDK ye ku Kurdan bigihîne qonaxa dawî. Berpirsiyariya PDK ye ku serketinê ji bo gelê Kurdistanê bidest bîne. Berpirsiyariya PDK ye ku rewşt û ehlaqê bilind biparêze.”
Serok Barzanî di dawiya gotara xwe de xweşhaliya xwe ji bo rêkeftina di navbera PDK û YNK de nîşan da û balkişand li ser wê yekê jî û got: “Xweşhal im ku we agahdar bikim ku dema ku ez dihatim vir, ji min re gotin ku YNK tê nava hikumetê û parlemanto dest bi karên xwe dike û dest bi avakirina hikumeta nûdike. Ji ber ku êdî me biryar dabû, êdî çaverê nekin. Ji ber ku me derfeta pêwîst dabû hemû aliyan. Ti demekê me nexwestiye ku em xwe ser partiyên din bibînin, rast e bi rêya qanûnî û yasayî dengê me yê herî zêde ye. Ji ber ku wekî min got pêwsîtiya hebûna PDK xizmetkirina xelkê Kurdistanê ye. Em hêvîdar in û geşbînîn, bi hêviya xwedê dê serkeftin her ji bo wan kesan dibe ku xwediyê dozê ne.”
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.
Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.
Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.
Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.