Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 01:07 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK û YNK: Me gavên baş ji bo avakirina hikûmetê avêtin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê ve civiyan û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgo kir.

Piştî civînê PDK û YNKê daxuyaniyek belav kir û tê de her du aliyan tekezî li ser serxistina danûstandin û guftûgoyên pêkanîna hikûmetê kir û di vê hefteyê de careke din dicivin.

Tekezî li wê jî hate kirin, di çarçova rêkeftina siyasî ya di navbera wan de ya di 4ê Adarê de hatiye îmzekirin, dest bi guftûgoyên cidî û berhemdar bikin. Di civîna îro de jî hûrgiliyên karê hevbeş hatin guftûgokirin û gavên baş hatin avêtin.

Şanda PDKê ji Kemal Kerkûkî, Kakemîn Necar, Elî Husên, Hêmin Hewramî, Elî Ewnî, Ferset Sofî, Dilşad Şihab pêk hatibû. Şanda YNKê jî ji Îmad Ehmed, Refet Ebdula, Şalaw Kusret, Lahor Şêx Cengî. Ednan Heme Mîne û Letîf Şêx Omer pêk hatibû.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact