Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 05:56 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Pêwîst e madeya 140 bi jihevfêmkirin û awayekî aştiyane were cîbicîkirin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi mebesta gotûbêjkirina li ser kêşe û arîşeyên devera Zumarê ligel hijmareke zêde ji rîspî û nûnerên pêkhateyên civakî û şêniyên devera Zumarê civiya û got, pêwîst e madeya 140 bi lihevgehêştin û jihevfêmkirin û awayekî aştiyane were cîhbicîhkirin û her hewlek bo sepandina tiştek ku beruvajiya rastiya cografî, dîrok û rewşa civakî ya deverê be dibe sedema kûrtir kirina aloziyan û nayê qebûlkirin.

Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyên civînê kir û behsa qurbanîdan û berxwedana devera Zumarê ya li hember êrîşên terorîstên DAIŞê û neyaran di salên derbasbûyî de kir û balkêşande ser girîngiya devera Zumarê di şerê dijî terorîstên DIŞIê de û ragihand ku kilîla têkbirina DAIŞê li Zumarê bû û têkçûna terorîstên DAIŞê li Zumarê destpê kir.

Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa çanda bihevre jiyanê li deverê de kir û anî ziman ku cêyê kêfxweşiyê ye ku terorîst û nehez nikarîn çanda bihevre jiyan li deverê tune bikin.

Seork Barzanî tekezî li ser vê yekê kir ku nabe nakokiyên siyasî li gel desthilat û hikûmet bibin sedema nakokiyên navbera netewe û pêkhateyên olî.

Di beşeke din ji gotara xwe de Serok Barzanî hevdem ligel balkêşandine ser metirsiya terorê tekezî li ser vê yekê kir ku çanda bihevrejiyanê baştirîn çeke bo ji nav birina hizira radîkal û terorê û lazime hizra radîlak û terorê were jinavibirin û li Kurdistanê de em weke mirov birayên hevin û cudatiya netewî û olî nebûye kêşe û nabe kêşe û şîrove kirina mirov jî li ser esasê piratîk û kiriyarên vî ne ne li ser esasê bîr û baweriyên vî.

Derbarê çarenivîsa deverên madeya 140 de jî Serok barzanî diyar kir ku eger destûr hatiba cîhbicîh kirin niha rewşa Îraqê gelek baştir dibû û got: “Pêwîst e madeya 140 bi lihevgehêştin û jihevfêmkirin û awayekî aştiyane were cîhbicîhkirin û her hewlek bo sepandina tiştek ku beruvajiya rastiya cografî, dîrok û rewşa civakî ya deverê be dibe sedema kûrtir kirina aloziyan û nayê qebûlkirin.”

Di dirêjahiya civînê de Serok Barzanî behsa rewşa siyasî ya Iraqê û bûyerên piştî referandumê kir û diyar kir ku piştî hilbijartinên Iraqê rewşeke din ya nû çê bûye û tevahiya aliyan hewl didin daku fêde ji vê rewşa han ya nû bistînin bo cîhbicîh kirina pirensîbên biratî, bihevre jiyanê û nehêştina terorê.

Di beşeke din ya civînê de amadebûyên civînê nêrîn û pêşniyarên xwe bo çareser kirina kêşeyên heyî yên şêniyên deverê bo Serok Barzanî diyar kirin û Serok Barzanî jî bi liber çav girtina rewşa baş ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de şîretên pêwîst bo çareserkirina wan kêşeyan li amadebûyan kir.




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact