Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro Sêşema 19.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaz li şandeke pilebilind ji Kongirêsa Amerîkayê bi serokatiya kongrêsman Jon Garmandi kir.
Şandeya mêvan rola pêşmerge, hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de û pêşwazî, hewandin û parastina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bilind nirxand û hevkarî û hevbeşiya hemû aliyan bi hokarê serkeftina bi ser terorê da zanî û li hember pêşveçûna têkeliyên Hewlêr û Bexdayê kêfxweşiya xwe nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkariyên berdewamên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê bi taybetî di rewşên dijwar da, di warê leşkerî û însanî de, kir.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku têkeliyên Hewlêr û Bexdayê pêşde çûne û piştevaniya xwe ji bo kabîneya Serokwezî Adil Abdulmehdî û çareserkirina hemû prsgirêkan bi rêya diyalogê diyar kir.
Her du aliyan tekîd li ser rola hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymana navdewletî li Iraqê kir û bi pêwîstî zanî di vê demê de ji bona vegeranidna aramiyê û rûbirûbûna metirsiya careke din serhildanan terorê ew hêz bimînin. Giringiya hevbeşiya navbera Iraq û Amerîkayê da, qonaxa piştî şerê DAIŞê. Vegeryana koçber û penaberan bo ser mal û warênx wan, avakirina deverên ji ber şer hatine wêran kirin û piştevaniya civaka navdewletî di vî warî da di civînê da hatin gotûbêj kirin.
Rola jinan di rêvebirina welat da bi pêwîstî hat zanîn û di vî warî da, Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re behsa gav û pirograma hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê parastin û pêşvebirina rewşa jinan û beşdariya wan ya aktîv di saziyên hikûmdariyê da kir.
Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.
Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.
Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.
Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.