Hewlêr-KDP.info- Abûriya Herêma Kurdistanê li hemberî pêşveçûneke berçav de ye û berpirsekî Yekîtiya Şandin û Anîna Kelûpelan dibêje, welatên Ewropa biryar dane ku şirketên xwe bişînin Herêma Kurdistanê û ji bo vê yekê jî şandeke girîng ji Beljîka dighê Hewlêrê.
Endamê Yekîtiya Şandin û Anîna Kelûpelan Geylan Hacî Seîd ragihand: “Qebareya şandin û anîna kelûpelan ber bi zêdebûn ve diçe. Bi taybetî jî piştî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nehiştina kêmkirina mûçeyê fermanberan. Em pêşbînî dikin ku tevgera bazirganî îsal bi şêweyekî berçav geşe bibe. Pêşketina abûrî îsal bi salên derbasbûyî re nayê ber hev.”
Hacî Seîd wiha got: “Hefteya borî tevger ket bazarê di hemû waran de. Biryara hikûmetê û nêzîkbûna avakirina hikûmeta nû rasterast bandoreke baş li ser jiyan û rewşa welatiyan kiriye.”
Geylan Hacî Seîd wiha domand: “Hejmareke berçav ji şirketên biyanî û bi taybetî jî yên Ewropî di dema borî de biryar dane ku bên Herêma Kurdistanê û di avedankirina Kurdistanê de beşdar bin û di sektora bazirganî de beşdar bin.”
Hacî Seîd ragihand: “Biryar e hefteya bê şandeke bazirganî ji Beljîka serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel Hikûmeta Kurdistanê û bazirganan behsa pilanên xwe ji bo beşdariya Beljîka di sektora bazirganî û abûrî ya Herêma Kurdistanê de bikin, ku şandeke mezin a bazirganî ye û dê rola wan hebe di pêşxistina abûriya Herêma Kurdistanê de.”