Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 17:20 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî ji Hevpeymanan daxwaza piştevaniya zêdetir bo Pêşmerge kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Di civînekê de ligel şandeke leşkerî pilebilind ji Hevpeymaniya Navdewletî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewamiya piştevaniya Hevpeymanan ji hêza Pêşmerge re bi girîng nirxand.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 13.3.2019 pêşwazî li şandeke leşkerî pilebilind a Hevpeymaniya Navdewletî ya di warê çaksazî û rahênankirin hêza Pêşmerge de kir û daxwaza piştevaniya zêdetir ji hêza Pêşmerge re kir.

Di hevdîtinê de, ji bilî nirxanidina dawî mîkanîzm û birêveçûna proseya çaksazî û rêkxistina Wezareta Pêşmerge, egerê serîhildana DAIŞê û tevgera wan hatin guftûgokirin.

Di wê derbarê de Mesrûr Barzanî spasiya hewlên Hevpeymanan kir û hêviya berdewamiyê xwast, bi taybet di warê çaksazî û rêkxistina Pêşmerge de.

Herwiha Mesrûr Barzanî ji bo rêgirtin li metirsî û gefên teroristan hevkariya hemû aliyan û amadekirina zemîneya libar ji bo asayîkirin û çareserkirina pirsgirêkên siyasî, îdarî û destûrî bi pêwîstî zanî.

Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan ji bilî tekezkirina li hevkariya zêdetir ji hêza Pêşmerge re ji bo pêşveçûna proseya çaksazî û rêkxistina Wezareta Pêşmerge, piştevaniya xwe ji bo hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de li tevahiya navçeyan ragihand.




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact