Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 18 APR 2024 17:04 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Yazdê Adarê, destkefteke netewî û serkeftineke dîrokî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Di dîroka nû ya Kurdistanê de, roja 11ê Adarê bûyereke pir girîng tê de hatiye tomarkirin, ku bi “Rêkeftinameya 11ê Adara 1970ê” tê naskirin û di sedeya 20mîn de ew rêkeftiname bûye destkeft û serkeftineke netewî û dîrokî bû û herwiha rehendeke zindî ya yasayî û sitratekîj pir mezin tê de hat bidestxistin.Ew rêkeftin piştî nêzîkî 9 salan ji xebata dijwar a gelê me bidest hat. Ked û xebata Şoreşa Îlonê bi rêbertiya Barzaniyê Nemir û bi pêşrewiya PDK bû. Şoreş û rêber û rêbazek ku karîn bi xebata xwe, rêjîma wê demê ya Iraqê neçar bikin ku bo cara yekem û bi fermî hebûna Kurdan û beşek ji mafên wan nas bike.

Ew rêkeftin ji 15 xalan pêk hatibû. Piştî 2 salan ji gotûbêjan û di 10.3.1970 de, ew rêkeftin di navbera serkirdatiya şoreşa Kurdistanê û rêjîma Iraqê de hat îmzekirin. Roja 11.3.1970 li Bexda û ji aliyê Ehmed Hesen Bekir Serokmarê wê demê yê Iraqê ve û bi amadebûna nûnerên şoreşa Kurdistanê, ew rêkeftin hat xwendin.

Gelek mafên girîng yên netewî ji bo Kurdistanê bidest hatin

Di wê rêkeftinê de, serkirdatiya Şoreşa Îlonê karî çendîn mafên girîng û dîrokî û netewî bo Kurdistanê bidest bîne, ku ya girîng di nav wan de razîkirina rêjîma Iraqê bû ku bi fermî îtîrafê bi mafê otonomiyê bo gelê me û damezrandina deselata xweceyî bû ji bo Başûrê Kurdistanê, herwiha zimanê Kurdê jî bû zimanê sereke di xwendinê de li dibistanên Kurdistanê. Ew mafên Kurdistanê di bin bandor û daxwazên şoreşa Kurdistanê de, bidest hatin, ku yek ji hikûmetên dagîrker ji Kurdistanê re bi fermî ew maf dan gelê me.

Piştî rêkeftinê nûnerên Kurdistanê çûn hember deselat li Bexdayê, Pêşmerge hatin nava bajaran û proseya xwerêxistinê destpê kir, da ku hêzeke rêxistî û fermî erkê xwe li Kurdistanê berdewam bike, projeya avakirin û pêşxistina Kurdistanê destpê kir. Li piraniya wan pêşketin û geşekirin û pêşveçûn çêbû. Ew 4 salên piştî rêkeftinê, ku 1970 û heta 1974an bû, qonaxeke zêrîn a geşekirin û pêşkeftinê bûn. Ew rola ku PDKê dît di wê pêşkeftinê de, hemû bû ezmûneke îdarî û şaristanî bi berhem. Em dikarin bêjin ku pêşkeftina îro ya Kurdistanê berdewamiya wê pêşkeftinê ye.

Barzaniyê Nemir qet razî nedibû em dest ji Kerkûkê berdin

Serkirdatiya şoreşê bi rêjîma Iraqê re di gotûbêjan de bû bo cîbicîkirina naveroka Rêkeftinameya 11ê Adarê. Ew danûstandin 4 salan dirêj kirin. Yek ji xalên sereke yên rêkeftinê diyarkirina sînorê Kurdistanê bû. Mixabin rêjîma Iraqê beşek ji xalên rêkeftinê cîbicî nekir. Bi taybetî jî razî nebûn ku Kerkûk di sînorê otonomiya Kurdistanê de be. Lê serkirdatiya şoreşê û kesê Barzaniyê Nemir bi xwe jî qet razî nebûn ku wê daxwaz û armanca rêjîma Iraqê qebûl bikin û amade nebûn dest ji Kurdistanîbûna Kerkûkê berdin. Di encamê de, beriya ku sala 1974 bidawî bibe, rêjîma Iraqê dîsa dest bi şerê Kurdistanê û şoreşa wê kir, lê Pêşmerge û xelkê Kurdistanê jî bi ferman û di bin serkirdatiya Barzanî û PDKê de bi merdane ketin çeperên xwe de û bergîrî li Kurdistanê kirin, ew jî heta nêviya sala 1975 ku şerekî dijwar û mezin çêbû û Şoreşa Îlonê vê carê jî zext û guvaşeke mezin xist ser rêjîma Iraqê û kêm mabû ku ew hêza wan a xwedî gelek çek, bişkesta, lê rêjîma Iraqê xwe avêt Îran û welatên dagîrker û welatên navçeyê û cîhanê, wek hercar jî wan li dijî Kurdan destê xwe dan hev û dijatiya şoreşa Kudistanê a rewa û di encamê de roja 6.3.1975 di navbera Iraq û Îranê de û di bin siya welatên mezin ên ku li berjewendiya xwe digeriyan, li welatê Cezayir rêkeftineke reş û xiyanetkar li dijî Kurdan hat îmzekirin, ku wek “Rêkeftina Cezayir” tê naskirin. Bi vê yekê jî Rêkeftinameya 11ê Adarê bidawî bû. Dijminan karîn demeke kin şoreşa gelê me bisekinînin, lê nikarîn îradeya Kurdan ji xebatê dûr bixin.

Niha 49 sal bi ser wê rêkeftinameyê re derbas dibe. Tevî ku wê demê rêkeftinameya 11ê Adarê negihîşt encama xwe, lê bû bo dokomênteke yasayî û siyasî girîng ji bo mafên gelê me. Bû destkefteke dîrokî û sitratejîk û heta heta dê wek nexşeyeke erênî be ji bo maf û daxwazên neteweya me. Herwiha destkeftên me yên îro berhema wan ked û xebat û destkeftên wek Şoreşa Îlonê û 11ê Adarê ne.

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 
Serok Barzanî Sersala Êzdiyan pîroz kir

TUESDAY, 16 APRIL 2024 22:04:54

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Sersala Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand, “Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen ê gelê Kurdistanê ne û di xweşî, serkeftin, êş û nexweşiyan de em hemû hevpar in.”

Balyozê Fransa: Em her hevsoz û piştevanê gelê Kurdistanê ne û pêwîst e mafên Kurdistanê bêne parastin

TUESDAY, 16 APRIL 2024 21:04:51

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 16ê Nîsana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact