Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 01:27 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî bo fermandarê Hevpeymanan: Divê maf û asayişa gelê Kurd li Sûriyê parastî be
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê kir û di wê hevdîtinê de rewşa rojhilatê Firatê hat gotûbêjkirin û Mesrûr Barzanî ji fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî re got ku pêwîst e maf û asayişa gelê Kurd li Sûriyê parastî be.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê General Paul LaCamera û şandeke pê re kir.

Di civînê de behsa pêşhat û guhertinên li deverê û pêşxistina zêdetir ya mekanîzma hevahengiya navbera hêzên têkildar û şerê dijî terorîzmê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî hevdem li gel tekezkirina li ser girîngiya hevkariya zêdetir ya hêzên Pêşmerge bo şerê dijî teror û metirsiyên terorê, behsa zêdebûna liv û tevgerên terorîstan li çend parêzgehên Iraqê kir û ragihand ku eger sedemên terorê bi awayekî bingehîn li deverê neyên çareserkirin, dê derfet ji bo dubare serhildana tundûtîjî bi nav û nasnavên din berdewam be.

Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê Paul LaCamera, diyar kir ku Hevpeymaniya Navdewletî li ser hevkarîkirin û perwerdekirina hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî berdewam dibin û ji bo parastina deverê jî hevbeşî û hevahengî li gel hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê pêdiviyeke girîng e.

Di beşeke din a civînê de behsa pêşhat û rewşa Sûriyê, bi taybetî deverên rojhilatê Firatê hate kirin û li ser vê yekê jî Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ya li hember eger û pêşhatên wan deveran diyar kir û tekez li ser diyalog û çareseriya siyasî bo rewşa han kir û got ku divê di nava danûstanên çareserkirina kirîza Sûriyê de maf û ewlekariya gelê Kurd li Sûriyê werin garantîkirin.




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact