Almanya-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîra Bergîriyê ya Almanya li Munichê civiyan û di wê hevdîtinê de wezîra Almanî got ku welatê wê dê berdewam be li ser alîkarî û piştevaniya Hêzên Pêşmerge.
Di çarçoveya Kongreya Munich a Asayişê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîra Bergîriyê ya Almanya Ursula Vondêrlayn civiyan.
Di wê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û pêwendiyên dûalî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya nirxandin û tekez kirin li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera xwe de.
Mesrûr Barzanî amaje bi rola Almanya di piştevaniya Herêma Kurdistanê kir û spasiya gel û Hikûmeta Almanya kir li ser avakirina nexweşxaneyekê li Herêma Kurdistanê bi navê Nexweşxaneya Pêşmerge û ragihand, avakirina wê nexweşxaneyê rêz û hurmeta Almanya ji bo qurbaniyên Hêzên Pêşmerge nîşan dide.
Ji aliyê xwe ve, wezîra bergîriyê ya Almanya amaje bi giringiya asayiş û aramiya Kurdistaneke bihêz kir û tekez kir ku welatê wê dê berdewam be di alîkarî û piştevaniya Hêzên Pêşmerge de, nexasim di perwerdeya leşkerî û rêxistina lîwayên Wezareta Pêşmerge de.
Herwiha herdû aliyan behsa rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî li wî welatî kirin.