Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 16:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mihemedê Hacî Mehmûd: Divê Kurd ji guhertinên navçeyê re amade bin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê navdar ê Başûrê Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd dibêje, tevî ku niha Barzanî ne serokê Herêma Kurdistanê ye, lê belê niha pêgeha wî ji her demekê bihêztir e. Herwiha dibêje jî, divê Kurd ji guhertinên navçeyê re amade bin.

Mihemedê Hacî Mehmûd ku Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê ye, ji rojnameya Hewlêr re axivî ye û derbarê guhertinên navçeya Rojhilata Navîn gotiye: “Divê Kurd gelekî ha ji xwe hebin û divê em wan pirsgirêkê ku di navbera pêkhateyên Iraqê û yên li navçeyê hene, di berjewendiya xwe de bikar bînin. Nabe em bi çavekî biçûk li van arîşeyên navçeyê binerin.”

Hacî Mehmûd rola Serok Barzanî li navçeyê bihêz binav dike û dibêje: “Roj bi roj di çavê dinyayê û welatên Erebî de, pêgeha Barzanî pir bihêztir bûye. Niha Kurdistan bûye navendeke diyar, ku hemû alî berê xwe didin Kurdistanê û ligel Serok Barzanî dicivin ji bo ku şêwra xwe jê bibin. Ev yek cihê dilxweşiyê ye, ku ne tenê welatên cîhanê, lê belê Îran û welatên Erebî jî tên Hewlêrê. Ev jî belge ye ku rola Serok Barzanî bidawî nayê.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact