Hewlêr-KDP.info- Civîna duhî ya PDK û YNKê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê cihê dilxweşiyê bû. Rêbaz Bîrkotî Serokê Frakisyona YNK di Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de jî dibêje berbijêrê YNK ji bo kursiyê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî ye.
Duhî PDK û YNK li Hewlêrê civiyan û biryar dan ku roja 18ê vê mehê Parlamentoya Kurdistanê bicive. Derbarê wê civînê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand: “Di civîna yekem a Parlamentoya Kurdistanê de dê desteya serokatiya Parlamentoyê bê hilbijartin.”
Rêbaz Bîrkotî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serokê Parlamentoyê dê ji bo YNKê be û 2 jin ji bo wî kursî hatine berbijêrkirin û rêveberiya YNKê dê biryarê bide ku kîja ji wan bibe seroka parlamentoyê.”
Berbijêrê PDKê ji bo serokatiya hikûmetê, Mesrûr Barzanî ye, derbarê cîgirê wî jî Rêbaz Bîrkotî dibêje: “Berbijêrê YNKê ji bo cîgirê Mesrûr Barzanî, Qûbad Talebanî ye.”