Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 17 FEB 2019 19:52 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Berdevkê PDKê: Me û YNKê li ser 3 xalan lihev kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed li ser civîna YNK û PDKê daxuyaniyek da û got ku PDK û YNK li ser 3 xalan lihev kirine.

YNK û PDK îro li ser çend pirsan mîna avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê civiyan. Piştî civînê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed li ser naveroka civînê daxuyaniyek da û ragihand, PDK û YNK li ser çend mijaran gihîştin rêkeftinê.

Berdevkê PDKê wan mijarên ku di civînê de her du partî li ser wan gihîştine rêkeftinê, wiha aniye ziman:

Yekem: Biryar hat dayîn lêjneya hevbeş a nivîsandina rêkeftina siyasî ya navbera herdu partiyan di demek kurt de têksta rêkeftinê amade bike û pêşkêşî polîtburoyên herdu partiyan bike û ew jî biryara dawî bidin û îmze bikin.

Duyem: Biryar hat dayîn Parlementoya Kurdistanê roja 18 vê mehê bicive.

Sêyem: Biryar hat dayîn endamên Encumena Parêzgeha Kerkûkê roja 18 vê mehê li Hewlêrê bicivin da ku arîşeyên wê parêzgehê bên çareserkirin.




Nûçeyên din

Kurdistan û Îmarat dixwazin pêwendiyên xwe bihêztir bikin

SUNDAY, 17 FEBRUARY 2019 15:02:00

Almanya-KDP.info- Di duyemîn roja Kongreya Munich a Asayişê de Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê ji bo Karûbarê Derve yê Îmarat Enwer Qerqaş civiyan û herdû aliyan tekez kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe bihêztir bikin.

 
Wezîra Almanya: Kurdistaneke bihêz girîng e

SUNDAY, 17 FEBRUARY 2019 13:02:03

Almanya-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîra Bergîriyê ya Almanya li Munichê civiyan û di wê hevdîtinê de wezîra Almanî got ku welatê wê dê berdewam be li ser alîkarî û piştevaniya Hêzên Pêşmerge.

 
Mesrûr Barzanî: Rewşa Kurdên Rojava yek ji mijarên civînan bû

SUNDAY, 17 FEBRUARY 2019 13:02:36

Munich-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munichê ragihand ku, dixwazin hevkarî û piştgîriya navdewletî ya zêdetir ji Herêma Kurdistanê re peyda bikin. Herwiha got jî ku rewşa Kurdên Sûriyê û metirsiyên serhildana DAIŞê mijarên civînên wî bûn ligel berpirsên welatan.

 
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

SATURDAY, 16 FEBRUARY 2019 18:02:50

Munich-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê civiyan û di wê civînê de herdû aliyan behsa rewşa navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirin.

 
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanya: Divê mafê Kurdan li Sûriyê parastî be

SATURDAY, 16 FEBRUARY 2019 17:02:40

Munich-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanya civiyan û di wê civînê de herdû alî hevnêrîn bûn ku pêwîst e mafê pêkhateyan di pêşeroja Sûriyê de parastî be, di nav wan de jî mafê gelê Kurd.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP