Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî beşdarî di sersaxiya Mamoste Mihemed Mela Qadir de beşdarî kir.
Îro Çarşema 16.01.2019 li Hewlêra paytext Serok Barzanî beşdariyê di merasîma sersaxiya têkoşer û xebatgêrê gelê Kurdistanê rehmetî Mamosta Mihemed Mela Qadir kir.
Duhî 15.01.2019 Pêşmergeyê dêrîn û Endamê berê yê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê koça dawî kiribû û ji ber koça wî ya dawî Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji malbata wî re şandibû.
Serok Barzanî di peyama xwe de gotibû: “Bi xemekî zêde ve me nûçeya koça dawiya têkoşer û xebatgêrê gelê me Mamosta Mihemed Mela Qadir bihîst. Mamosta Mihemed Pêşmergeyekî dêrîn û kesayetiyekî şoreşgêr û niştimanperwer bû ku rola wî di xebata siyasî û karê hizbayetiya gelê me de û bi taybetî di qonaxên cûr bi cûr ên xebat û dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê de, xuya ye. Rehmetî di kar û erkên xwe de herdem mînaka destpakî û rastgoyî û niştimanperweriyê bû. Ji destdana Mamosta Mela Mihemed ziyaneke mezin e û bi vê helkefta xemgîn sersaxiyê li xwe û malbat û kesukarên xwedê jêrazî û cemawerê PDKê û xelkê Kurdistanê dikim.