Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 03:23 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Divê partiyên Rojavayê Kurdistanê rêkeftineke nû ava bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Operasyonên Hevbeş yên Taybet li Iraq û Sûriyê civiyan û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî got, pêwêst e partiyên Rojavayê Kurdistanê rêkeftineke nû di navbera xwe de ava bikin ji bo ku mafê gelê xwe di guhartinên Sûriyê de misoger bikin.

Îro 16. 01. 2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Tîma Operasyonên Hevbeş yên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Robinson û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de dawî pêşhat û egerên navçê bi giştî û qonaxên şerê li dijî teroristan dawî pêşhatên taybet bi rewşa rojhilatê Firatê li Sûriyê hatin guftûgokirin.

Di wê derbarê de, Mesrûr Barzanî bi pêwîstî zanî ku rêkeftineke nû di navbera hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de were kirin, ji bo mafê gelê xwe di guhartinên Sûriyê de misoger bikin.

Her di wê hevdîtinê de, behsa tevgera DAIŞê li hin navçeyên Iraqê û rol û hevahengiya di navbera hêzên Amerîkî, Iraq û Herêma Kurdistanê de hatin kirin, ji bo rêgirî serîhildan û geşekirina grûpên terorist were girtin û aramî li Iraqê bi giştî û li navçeyên rizgarkirî bi taybet were peydakirin.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact