Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiyan û di wê hevdîtinê de Zerîf got, aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Îranê girîng e.
Di hevdîtna ku îro 15.1.2019 hat lidarxistin, dawî pêşhatên navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatin gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî di civînê de ronahî xiste ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera herdu gelê Kurdistanê û gelên Îranê û amaje bi cîrantiya baş û berjewendiya hevbeş a li ser bingeha rêz û hevsengiyê kir.
Her di wê hevdîtinê de, gefên teroristan, nirxandina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsên hevbeş û pêşhatên navçê hatin gotûbêjkirin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re xwest di serokatîkirina hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê û behsa girîngîpêdana bi mîkanîzma pêwendiyan, bi taybet di warên pêwendiyên abûrî di çarçova pêwendiyên abûrî yên Îran û Iraqê de kir û ragihand, aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Îranê girîng e.