Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 10:10 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hikûmeta Kurdistanê bersiva HRW da: Me zarokên DAIŞê îşkence nekirine
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva raporta HRW da û tohmetên wê rêxistina çavdêriya mafên mirovan red kir, ku Herêma Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kiriye, ku zarokên zindanî yên DAIŞî îşkence dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, bi ti awayekê rêxistina navbirî serdana wî cihî nekiriye û tohmetbar û kesên daxwazkirî li gor yasaya bingehên darizandina sizayî serederî li gel wan tê kirin.

Îro Sêşembî 8ê Kanûna 2019, Rêxistina Çavêdriya Mafên Mirovan di raportekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kir, ku zarokên zindanî yên DAIŞî îşkence dike û û ragihandiye, îşkencekirina wan zarokan ji bo wê yekê tê kirin, ku îtirafê bi pêwendiya xwe li gel DAIŞê bikin.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Dîndar Zêbarî ew raporta HRW û tohmetbarkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir û ragihand, “bi ti awayekê rêxistina navbirî (HRW) serdana wî cihî nekiriye, herwiha ti kesek bêyî biryara dadgehê nayê destgîrkirin bi ti tohmetekê û piştî destgîrkirinê jî tohmetbar û daxwazkirî li gor yasaya bingehên darizrandina sizayî serederî li gel wan tê kirin, di heman demê de tohmetbar mafê wê yekê heye, ku parêzerekê amade bie, lê belê eger nekarî, wê demê pêwîst e dadgeh parêzer jê re dabîn bike û kesûkarên wî agahdar bike, ku kesê navbirî hatiye girtin, paşê dosye ji dadgeha taybetmend re tê şandin, bo yekalîkirina wê li gor yasayê.”

Dîndar Zêbarî herwiha dibêje: “Ew kesên ku temenê wan ji 18 sal kêmtir e û guman li wan tê kirin, ku pêştir pêwendiya wan bi DAIŞê hebûbe, weke qurbaniyê destê DAIŞê serederî li gel tê kirin, ne weke tawanbar û bi şêweyekê asayî û ji aliyê mirovî ve aliyên pêwendîdar serederiyê li gel dikin, weke hemû zarokên veguhastî, bi berçavgirtina rewşa wan a taybet.”

Li gor yasayê, îşkencedana tohmetbaran û kesên cezakirî bi şêweyekê giştî bo wergirtina îtîraf û zanyariyan bi tawan tê zanîn, li gor madeya 333 a yasaya sizadana Iraqî ya hejmar 111 a sala 1969 a hemwarkirî, bi ti şêweyekê rê nayê dayîn ku efser û karmendên polîs, kesên desteserkirî û girtî îşkence bikin.

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact