Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 09:32 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîka rewşa navçeyê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê civiyan û di wê hevdêtinê de rewşa Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Îro Dûşema 7-1-2019 li bajarê Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Fagin kir.

Di civînê de behsa pêwendî û têkiliyên di navbera Amerîka û Kurdistanê de, bihêztirkirina têkiliyên han, pêşdebirina rewşa abûrî ya Kurdistanê û rewşa koçberên li kurdistanê hat kirin.

Her di heman civînê de Steven Fagin ji ber hevkarîkirina koçber û penaberan spasiya Kurdistanê kir û tekez li ser berdewamiya hevkariya di navbera Hewlêr, Bexda û civaka navdewletî de kir.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê û hewldanên heyî yên bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê jî hat kirin.

Konsulê Amerîka di civînê de, siyaseta Hikûmeta Kurdistanê ya giringîdana bi kiltûrê pêkvejiyanê û lêbordeyê de, bilind nirxand û sipasiya dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir li ser alîkariyên wan ên ku pêşkeşî konsulxaneya Amerîka dikin.

Nêçîrvan Barzanî û konsulê Amerîka rewşa Rojhilata Navîn û pêşhatên dawî yên navçeyê, gotûbêj kirin.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact