Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 22 JAN 2019 00:19 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

PDK: Divê bilez hikûmeta Kurdistanê bê avakirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku divê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bilez bê avakirin.

Fazil Mîranî îro pêşwazî li girûpa bi navê “Koma Aştiyê ya Jinên Serkirde” kir, ku hatibûn û projeyeke wan a taybet hebû ji bo beşdariya jinan di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de.

Di wê hevdîtinê de Fazil Mîranî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û giringiya parastina aramî û lihevkirina navxweyî kir û wiha got: “PDK xebatê ji bo wê yekê dike û divê bilez hikûmeta nû ya Kurdistanê bê avakirin.”

Mîranî wiha domand: “PDK piştevaniyeke mezin li jinan dike û piştevan ji daxwazên wan re ku jin di hemû waran de beşdar bin. PDK ji sala 1952 ve giringiyeke mezin bi sazî û rêxistina dide, nexasim jî rêxistinên jinan.”


 




Nûçeyên din

Hêzên Hevpeymanan bi çaksazî û hevkariya Pêşmerge berdewam dibin

MONDAY, 21 JANUARY 2019 17:01:08

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Fermandarê Operasyonên Giştî yên Hevpeymana Navdewletî li Bexda General Austin Renforth û şanda pê re dawî pêşhatên navçê, pêşxistina mîkanîzma hevahengiyê di navbera hêzên pêwendîdar û rûbirûbûna gefên terorizma DAIŞê gotûvêj kirin.

 
Serok Barzanî û Elawî guhertinên navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 21 JANUARY 2019 17:01:30

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya siyasetmedarê Iraqê Eyad Elawî kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û guhertinên ku navçeyê çêdibin, hatin gotûbêjkirin.

Serok Barzanî û Mihemed Hacî Mehmûd li ser çend mijaran axivîn

MONDAY, 21 JANUARY 2019 17:01:57

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştiyê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de çaend mijar hatin gotûbêjkirin.

Hêzên Amerîka dê li hemû navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 bicîh bibin

SUNDAY, 20 JANUARY 2019 18:01:08

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Xaneqîn ragihand ku hêzên Amerîkî çûbûn Xaneqîn û dixwazin li navendên xwe yên li Xaneqîn bicîh bibin. Herwiha hatibû ragihandin ku hêzên Amerîka dê li navçeyên Kurdistanî yên li Mûsil û Kerkûk jî bicîh bibin.

Pisporê Fransî Gerard Chaliand serdana mezarê nemiran kir

SATURDAY, 19 JANUARY 2019 18:01:45

Barzan-KDP.info- Şareza û pisporê Fransî yê navdar Gerard Chaliand li devera Barzan serdana mezarê Barzaniyê Nemir û Îdrîs Barzanî kir û li wir got ku Barzaniyê Nemir 50 salî xebat û têkoşîn kiriye ji bo ku gelê wî bi azadî bijî.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP